Kurd û Filistînî-2: Kevirê Edward Said û Zarokên Kurd
Manage episode 431740314 series 3589969
Tê zanîn fotografek Edward Said a gelek populer heye. Di vê fotografê de tê xuyakirin ku destê Edward Said de kevir heye û gorî îddîayan Said vî kevirê diavêje leşkerê Îsraîlê. Hema hema di temamê cîhanê de ev fotograf wek fotografek entelektuelek xwedî helwesta rast tê pejirandin û loma jî Said wek mînak tê nîşandin. Li aliyê din, ev fotograf hema hema bê îstîsna bo temamî çepgir û Îslamîstan sembolek e, ku bo dijberiya Îsraîlê bikartînin û li ser helwesta entelektuel Said dijbertî û antî-semîtîzma xwe ya dijî Îsrailê rewa dikin. Gorî wan ev fotograf sembolek giranbuha ye. Çi demê bûyerek diqewime, li ku hewcetiya wan bi rewşenbîran hebe an jî dema bixwazin gotin û helwestên xwe rewa nîşan bidin, heman demê de vê fotografê derdixin pêş û li ser helwesta entelektuelê “mezin” Said, dîrokê ji nû ve dinivîsînin.
Herwiha mirov gelek caran rastê fotograf û dîmenên zarokên Filistînî yên ku keviran diavêjin leşkerên Îsraîlî jî tê. Bo kes û derdorên E. Said qehreman îlan kirine helbet zarokên Filistînî jî qehreman in, lewra ew mafek rewa bi kar tînin.
Li aliyê din, bi taybetî piştî salên 2000î carna fotograf û dîmenên zarokên Kurdan ên keviran diavêjin leşker û polîsên Tirkan jî ketin rojevê. Dewleta Tirk bi hezaran zarokên Kurd bi terorîzmê sûçdar kirin û wan avêtin zindanan. Kesên Said û zarokên Filistînî qehreman îlan dikin jî piranî bêdeng dimînin. Bi taybetî jî Erdogan û alîgirên wî bi zarokên Filistînî şa dibin, lê zarokên Kurdan ên heman çalakiyê pêk tînin an jî anîne terorist dihesibînin.
Di vê podcastê de ez ê hewl bidim ku li ser vê mijarê meseleyên Kurdan û Filistîniyan bidim ber hev û bala we bikişînim ser nêzikatiyên rûreş û durû...
Pirs ev e: Rastî çi ye?
#kurd
#kurdistan
#kurdish
#filistin
#intifada
#antisemitizm
138 episodes